Nihat Kavşut
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Şaredariya Karakopruyê bi slogana bila pirtûk di pirtûkxaneyan da nerizin û zarok pirtûkan bixwînin kampanyaya komkirina pirtûkan da destpêkirin.
Li gor daxuyaniya şaredariyê di bin banê Midûriyeta Karên Civakî û Çandî da pirtûkên tên komkirin wê bişînin gundên navçeyê.
Welatiyên dixwazin pirtûkan bibexşînin dikarin li têlefona 444 9 657 bigerin yan jî serî li Midûriyeta Xizmetên Civakî û Çandî ya Karakopruyê bixin.