15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
BITLÎS
Şaxa Adilcewazê ya Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê bi serenava "Bila li Helebê Mirovahî Nemre" kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin.
Welatiyên ku alîkarî berhev kirin li mizgefta Navend Şerefiyeyê barî tirê kirin.
Ji bo şandina alîkariyê merasimek hat lidarxistin.
Cengîz Ozê Wekîlê Miftiyê Adilcewazê di merasimê de axivî û wiha got: "Gel piştgiriyeke mezin da vê kampanyaya alîkariyê. Biçûk be jî em hewl didin ku alîkariya me bigihêje kesên mexdûr û mezlûm."
Oz spasiya miftîtiyê, rayedarên Şaxa Adilcewazê ya Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê û welatiyan kir.
Piştî axaftinê dia hatin kirin û tira ku alîkarî lê hatiye barkirin rê ket ku here Helebê.