Türkan Tosun
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Li Sêwrega navçeya Şanliurfayê di gola Bendavê ya Hecî Xidir de ji ber ku masî bikomî dimrin, lêkolîn hat destpêkirin.
Ji ber sedemeke nediyar masiyên golê dimirin û bi ser avê dikevin. Welatiyan cab da Midûriya Navçeyê ya Xurek, Çandinî û Heywandariyê û Qaymeqamtiya Sêwregê.
Li ser vê rayedaran ji golê nimûne hildan ku li ser lêkolîn bê kirin.
Hasan Firatê ku li taxa Gozelekê masîgiriyê dike ji rojnamevanan ra got li herêmê cara ewil e masî dimrin û wiha axivî: "Ji ber ku gund pir nêzîkî li vir e em ji ber bêhnê aciz dibin. Em debara xwe bi masiyan dikin. Bi tenê masiyên încî kefalî dimrin."
Welatî Cenzap Kirklar jî got ji ber ku masî dimrin ew ditirsin avê bidin heywanên xwe û wiha dewam kir: "Em ditirsin ewê jahrî bibin. Em dixwazin rayedar lêkolînê bikin û çareyekî bibînin."