Türkan Tosun
18 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
ŞANLIURFA
Li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê wesayîteke eskeran welgeriya çem, 2 esker winda bûn.
Li gor agahiyan wesayîta eskerên Fermandariya Tabura Hidûd a 2yemîn ya ku diçû Qereqola Yeşîltepeyê, li ser rêya Akçakale û Ceylanpinarê welgeriya çemê ku ji ber barana gur ava wê zêde bûye.
Ji 4 eskeran 2 kes xwe bi xwe ji wesayîtê derketin, lê 2 esker di çem de winda bûn.
Piştî qezayê tîmên Midûriya Ewlehiya Şanliurfayê yên ku binê avê digerin û tîmên agirkuj ji bo ku eskerên wînda bibînin xebatên xwe didomînin.
Walî Abdullah Erîn û rayedarên eskeriyeyê çûn cihê bûyerê û xebatan temaşe kirin.