Fatih Gazioğlu
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
BURSA
Li Înegola navçeya Bursayê qezaya trafîqê çêbû. Di encama qezayê da 7 kes mirin, ji 10an zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, minîbesa ku pîleqeya wê 16 NTM 81 e û tê de karker hebûn û diçû navçeyê li xaçereya Babasultanê bi tirîmbêla ku pîleqeya wê 60 ZC 155 bû li hev qelîbin.
Di encama qezayê de 7 kes mirin, ji 10an zêdetir kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên Bursa û Înegolê.