22 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim digel Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî hat cem hev.
Hevdîtina li Serokwezîriyê bêyî amadebûna çapemeniyê di saet 10.00an da dest pê kir.
Hat ragihandin ku armanca hevdîtinê, domandina ruhê yekîtî û hevrabûna li Yanîkapiyê ye. Li bendê ne ku mijarên mîna hewldana derbeya FETO, têkoşîna dijî terorê û pakêta Destûra Bingehîn jî bên gotûbêjkirin.