14 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
ŞIRNAK
Li Bêtşebaba navçeya Şirnexê, herêma Çiyayê Katoyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da gelek çek û muhîmat hatin dîtin.
Li herêma Çiyayê Katoyê ku bilindahiya wê 2 hezar û 900 raqim e, di 19ê nîsanê da "Operasyona Serdarê Şehîd Ahmet Karaman" dest pê kir û didome.
8emîn Fermandariya Alayê ya Jandarma Komandoyê 26 roj in di şert û mercên dijwar ên hewa û erazî da bê navber operasyonê dikin û şikeftên ku terorîstan bi kar anîne yek û yek kontrol dikin.
Di lêgerînan da çekên lûledirêj, 29 hezar û 730 fîşeng, hezar û 932 muhîmatên balafirşikên, hezar û 413 muhîmatên doçkayê, 3 bombeyên destan, hezar û 19 lître mazot, tonek amonyum nîtrat û 59 tup ku mensûbên PKKya rêxistina terorê di şikeft û erazî da veşartibûn, hatin bidestxistin.
Di heman operasyonê da beriya niha 419 çek, 201 hezar û 742 fîşeng, 5 ton amonyum nîtrat û 50 tonî zêdetir xwarin û alvên jiyanê hatibûn bidestxistin.