30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
Li navçeya Cizîrê terorîstan gule berdan ambûlansa ku nexweş tê da bû.
Ambûlansê ji taxa Şahê nexweşek hilda û xwest ku ji rêya dora bajêr bibe Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê ji kuçeyên taxa Yafesê mensûbên rêxistina terorê PKKyê gule berdan ambûlansê.
Di êrîşê da kes nemir û birîndar nebû, di ambûlansa ku gule lê ket de xesar çêbû.
Der heqê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin.