05 Tebax 2016•Rojanekirin: 08 Tebax 2016
ŞIRNAK
Şêniyên ku li Guçlukonaka navçeya Şirnexê bertek nîşanî hewla derbeya Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) dan bi mehterana ji Kastamonuyê hatibû ra meşiyan, dırûşme berz kirin û alayên Tirkiyeyê hejandin.
Qaymeqamê Guçlukonakê Şahin Kazanciyê ku berê li Kureya navçeya Kastamonuyê wezîfe dikir û di damezrandina tîma Mehtera Rêya Îstiklalê ya Kure-î Nuhasê da cih girtibû jî tevlî meşa mehteran û welatiyan bû.
Meşa ku li ber qaymeqamtiyê dest pê kir li pêşiya Fermandariya Garnîzona Guçlukonakê jî qediya.
Hat dîtin ku ji biçûkan bigire heta mezinan gelek kes beşdarî meşê bûn û dirûşme berz kirin û alayên Tirkiyeyê hejandin.
Qaymeqam Kazanci diyar kir ku cara ewil e li Guçlukonaklilarê ekîba mehterê temaşe dikin.
Serokê Şaredariya Kureyê Aydinli diyar kir ku piştî hewla derbeyê ya di 15ê tîrmehê da bi ekîba mehteranê piştgirıyö didin nobetên demokrasiyê yên ku li bajar û navçeyan tên kirin.
Aydinli destnîşan kir ku li ser banga Qaymeqam Kazanci hatine nobeta demokrasiyê.
Îbrahîm Ozbeyê Mixtarê gundê Çevrîmliya Guçlukonakê yê ku di sala 1990an da ji ber êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê 27 xizmên xwe wenda kir, destnîşan kir ku leşkerên ku tevlî hewla derbeyê bûn neyarên dewletê ne û got ku hewla derbeyê şermezar kir.
Ozbey diyar kir ku li pişta Serokomar Erdogan digrin û ji bo wî mirinê jî didin ber çavên xwe û wiha got, "Wana ji hêzên derva aqil sitandin û hewl dan ku rêveberiya Tirkiyeyê bi dest bixin lê belê firsend neda wan."
"Ji bo me Kastamonu, Şirnex, Edirne û Hekarî ferq nake û gişk wek hevdu ne"
Suat Bazlamaciyê Midûrê Xurek Çandinî û Heywandariyê û serê taxima mehterê got hewl didin ku çanda mehterê ji holê ranebe, ji bo ku li îradeya milî xweyî derkevin ji Kureyê hatine Guçluqonaxê.
Bazlamaci destnîşan kir ku ji bo bernameyê bi ekîba xwe ya kuji 32 kesan pêk tê va hatine Guçluqonaxê û wiha pê da çû:
"Em tirk in, kurd in, laz in. Em gişk yek in, cudahiya me tune ji bo ku vê nîşan bidin em hatin. Ciyên ku ala lê tê bakirin welatê me ye û ji bo me girîng e. Taxima me ji esnaf, karmend, karker, mixtar û dildaran pêk tê. Ji bo ku li demokrasiyê xweyî derkevin em derketin vê rêyê û em li her alî ne. Ji bo me Kastamonu, Şirnex, Edirne û Hekarî ferq nake û gişk wek hevdu ne."