30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya jêpirsîna der barê hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 47 eskerên li Enqereyê hatibûn girtin serbest hatin berdan.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin hildan di çarçoveya jêpirsînê da dîmenên hatibûn bidestxistin hatin temaşekirin û belgeyên li ber dest hatin kontrol kirin û di encamê da derket holê ku hin eskerên li Dibistanên Herbê eskeriya xwe dikirin tevlî hewla derbeyê nebûne.
Dozgeriyê jî li ser vê yekê tehliyeya 47 eskeran xwest û hakimiya cezayê silhê daxwaz nirxand û biryara berdana 47 eskeran da.
Li Stenbolê ji 989 leşkeran 758 kes hatin tehliyekirin
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna der barê hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da li ser daxwaza dozgeriyê ji bo 758 leşkerên ku xwendekarên leşkerî jî di nav da hene û hatibûn binçavkirin, biryara tehliyeyê da.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Sûcên Organîze û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da îfadeya 989 leşker û xwendekarên leşkerî cardin hat hildan.
Dadgeriyê der barê 758 kesî da biryara tehliyeyê da.
Wek mayîn di çarçoveya lêpirsînê da 231 leşker jî hê girtî ne.