13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê rêxistina terorê PKKyê êrîş li dar xist, di êrîşê da eskerek şehîd ket, 2 esker birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat hildan, wexta ku eskeran zêviya ser herêma Bestler-Derelerê xebatên lêgerînê birêva dibir, terorîstan bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîş bir ser.
Di êrîşê da yek bi giranî 3 esker birîndar bûn.
Eskerên birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Ji eskerên birîndar yek tevî hemî midaxaleyan şehîd ket.
Li herêmê operasyon dewam dike.