07 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Li Gungorena Stenbolê 6 otomobîlên di garaja temîrxaneya otoyê de hatin şewitandin.
Li gorî agahiyan li temirxaneyeke li kolana Eskî Londra Asfaltiyê ya Gungorenê 6 otomobîlên di garajê de bi destê kes an kesên nasnameyên wan nediyar ve hatin şewitandin.
Li ser îxbara welatiyan ekîbên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û şewat vemirandin. Di şewatê de 6 wesayîtan xisat dît.
Polêsên hatin cihê bûyerê li derûdorê tevdîrên ewlehiyê girtin. Polês ji bo kes an kesên gumanbar bên qefaltin, dest bi xebatan kir.