31 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê li dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon hat kirin û di operasyonê da 15 jê biyanî 20 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ji bo girtina bersûcên ku li ser navê DEAŞê fealiyet kirine, bi rêvebirên rêxistinê yên li Sûriye û Iraqê ra têkilî danîne û amadehî kirine ku wê di pîrozbahiyên sersalê da çalakiyan bikin, xebat da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da li 3 navçeyan li ser 4 navnîşanan di heman demê da operasyon hat kirin. Di operasyonê da 15 jê biyanî 20 endamên rêxistinê hatin binçavkirin.
Li navnîşanan lêgerîn hat kirin û gelek dokumanên rêxistinî û alavên dîjîtal hatin bidestxistin.
Li emniyetê karê gumanbaran dewam dike.