Türkan Tosun
22 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Ji ber Pêşbirka Avjeniyê ya Di Navbera Parzemînan a Bogazîçiyê ya 30emîn li Stenbolê hin seferên keştiyan hatin betalkirin.
Li gor daxuyaniya Şirketa Anonîm a Xetên Bajêr ên Stenbolê îro li Tengava Stenbolê wê Pêşbirka Avjeniyê ya Di Navbera Parzemînan a Bogazîçiyê ya 30emîn çêbibe. Ji ber vê pêşbirkê hin seferên keştiyan wê neyên kirin.
Di vê çarçoveyê da sefera Tura Bogazê ya Dirêj a ku di saet 10.35an de radibe, sefera Tura Bogazê ya Dirêj a ku di saet 15.00an de ji Anadolu Kavagi radibe, sefera Tura Bogazê ya Dirêj a ku di saet 13.35an de radibe, sefera Tura Bogazê ya Dirêj a ku di saet 18.00an de ji Anadolu Kavagi radibe, sefera ku di saet 10.00-11.00-12.30an de ji Emirganê radibe (Emirgan - Kanlica - Anadolu Hîsari - Bebek), sefera ku di saet 10.00-12.00-13.30an de ji Bebekê radibe (Emirgan - Kanlica - Anadolu Hîsari - Bebek) wê neyên kirin.