22 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
SÎÎRT
"Nobeda aramiyê" ya li hemberî êrîşên vê dawiyê yên rêxistina terorê PKKyê yên piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO), ku roja înê li Sêrtê ji bo 3 rojan hatibû destpêkirin, bidawî bû.
Li ser banga rêxistinên civaka sivîl û hin partiyên siyasî, li bajêr roja înê li hemberî êrîşên vê dawiyê yên rêxistina terorê PKKyê "nobeda aramiyê" hatibû destpêkirin. Nobeda aramiyê bi nobeda şeva borî va bidawî bû.
Welatî digel alayên Tirkiyê li pêşiya avahiya Walîtiyê kom bûn û piştî nimêja eşayê seba qurbaniyên êrîşa terorê ya li Gazîentabê nimêja xiyabî ya cinaze kirin.
Tirkî, kurdî û erebî mewlûd
Ji layê personelê miftîtiyê ku di navê da Miftiyê Parêzgehê Farûk Arvas jî hebû, seba kesên ku di hewldana derbeya FETO û êrîşên terorê da şehîd bûn bi tirkî, kurdî û erebî mewlûd hat xwendin.
Walî Mustafa Tutulmaz ku ji bo piştgiriya welatiyan ew jî li qadê bû, di axaftina xwe da detnîşan kir ku Sêrt li hemberî rêxistinên terorê çik disekine û ji ber hindê jî her roj di rojeva Tirkiyê da ye.
Tutulmaz bal kişand ku teror zirara herî mezin dide xelkê herêmê bixwe û wiha got, "Ez gelê bajêr pîroz dikim ku li hemberî terorê helwesta xwe zelal e."
"Heger bivê emê canê xwe jî bidin"
Tutulmaz diyar kir ku ew ji Qada Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê ya Sêrtê diqîrin û li hemberî terorê ne û wiha xeberda:
"Heger bivê emê canê xwe bidin, lê emê îzin nedin ku ev ax bibe pêlîstoka piyon û sîxurên hêzên dereke. Her ku roj derbas dibin, baweriya min a ji vî miletî xurt dibe."
Nûnerê Parêzgehê yê Cihannumayê Fatih Sevgili jî got ku xelkê Sêrtê çawa ku li hemberî FETO rawestiya, herwisa aniha jî li dijî rêxistinên terorê PKK û DAEŞê li qadan e.