22 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
ANKARA
Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag li pêşiya Navenda Giştî ya AK Partiyê daxuyanî da rojnamegeran û got ku duh bûyereke elîm çêbû û her kes pê xemgîn bû.
Hejmara kesên ku di êrîşa terorê ya li Gazîentabê da mirin, derket 51an.
Akdag got ku piştî bûyerê midaxale li birîndaran hat kirin, nexweş li nexweşxaneyan hatin belakirin, emeliyat bê qusûr hatin organîzekirin. Akdag got ku piştgiriya nexweşxaneyên sektora taybet û zanîngehan jî çêbû.
Akdag diyar kir, piştî ku Servîsa Acîl ya 112yê cab da, birîndar li nexweşxaneyan hatin belakirin û ev kar pir bi lez hat kirin û wiha dewam kir: "Heta sibê bi dehan emeliyat hatin kirin. Ji bo rewşeke wiha giran divê meriv pir baş organîze bibe û fedakariya xebatkaran divê. Ez ji hemû xebatkarên tenduristiyê ra sipas dikim."
Akdag destnîşan kir ku di merasima cinaze da tiştekî ew xemgîn kir û wiha got:
"Li wê derê grûbeke piçûk ku piraniya wan ji derveyî bajêr hatibûn, provokasyoneke bê mene derxistin. Gelê Gazîentabê ev êş, wek êşeke hevpar qebûl kiriye. Wek meseleya grûbekê lê nanhêrin. Mirovên li vir birayên me ne. Dergûşên pir piçûk di nav da hene. Di dewatê da êrîşeke zalimane, dermirovî tê kirin. Divê hin grûbên siyasî yên Tirkiyê êdî bûyerên bi vî rengî li gor berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar neynin, dev ji vê hewesê berdin. Rih û wijdana hemû millet ji vê aciz dibe. Ma ferqa van ji hev heye, PKK, DAEŞ, FETO... Hemû jî çetene û bûne bela serê vî milletî. Em ê bi hev ra bi van ra têkoşînê bidin, em ê bi hev ra li ser piya bisekinin. Me ev ruh li Gazîentabê dît. Li cem hemû gelan ev hest û helwest heye."