01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2016
ANTALYA
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva û Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê civîna çapemeniyê ya hevbeş çêkirin.
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva bal kişand ser girîngiya çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê sekinî û wiha got: "Heger çareseriyeke siyasî çênebe û yekîtiye neteweyî û yekbûna axa Sûriyeyê pêk neyê, îro DEAŞ were paqijkirin sibê rêxistineke din a terorê wê derkeve. Divê em hezegê ziwa bikin. Rêya vê jî çareseriyeke siyasî ye."
Lavrovê Wezîrê Karên Deva yê Rûsyayê bal kişand ser hecma ticareta derva û wiha got: "Hecma me ya ticareta derva kêm dibe û divê em vê sererast bikin. Em li ser mijarên lojîstîk sekinînin. Me dît ku ji vir pê da ji bo rakirina sepandinan em di heman fikrê da ne û em li ser vê axivîn."
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov der barê êrîşa esmanî ya ku di 24ê mijdarê da li Sûriyeyê dijî Hêzên Çekdar ên Tirk hat kirin da wiha got: "Tu eleqeya Rûsyayê bi vê tuneye. Hêzên çekdar ên Sûriyeyê ev êrîş kiriye."