01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2016
SÊRT
Ji bo ku cinazê 4 karkerên ku di hezaza kana li Şêrwana navçeya Sêrtê de di bin axê de mabûn bên dîtin, xebat dewam dikin.
Di 17ê mijdarê de li gundê Madenê hezaz çêbûbû û 16 karker di bin erdê de mabûn. Cinazê 12 kesan hatibû dîtin, lê 4 karker hê di bin erdê da ne.
Tîmên AFAD, UMKE û Hîva Sor a Tirkan yên ku ji Sêrt, Batman, Wan, Erzirom, Enqere, Konya, Zonguldak, Bidlîs û Diyarbekirê hatine, hewl didin ku cinazê 4 karkerên din jî bibînin.
Ji ber baranê tîman şev navber dan xebatan, lê sibê di saet 07.00an de cardin dest pê kirin.
Li ciyê ku xebat tê kirin axa ku bi kamyonan tê barkirin dibin diavêjin cihekî din.
Zinarên ku li ber xebatan astengiyê derdixin bi dînamîtan ve tên teqandin.