08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Giregirên dîn ên ji Sûriyeyê xwest ku şerê navxweyî yê li welatê wan di demeke kurt de biqede û piştirî dan Herekata Mertalê Feratê.
Hin giregirên dîn ên ji Sûriyeyê ku ji bo beşdarî hin bernameyên ku Yekîtiya Mederese û Aliman (İTTİHAD) li dar xist hatin Tirkiyeyê, piştgirî dan Herekata Mertalê Feratê.
Ji giregiran Muhammed Mûsa ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, 4 sal berê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê hat Tirkiyeyê û got ku bi milyonan însan ji ber şer perîşan bûn.
Musa got ku hêviya misilmanan bi tenê Tirkiyeye û wiha axivî:
"Niha Tirkiye bikeve Suriyeyê ev ji bo tiştek gelek baş e. Em gelê suriyeyê piştgieiyê didin Operasyona Mertalê Feratê. Xweziya ev operasyon beriya 4 salan destpêkira. Gelê suriyê niha li bin zorderiya PYDyê ye. Merivên wê derê yên ku dijîn him ji aliyê sîyasetê hem jî maddî di rojên nexweş derbaz dibin."
Musa destnîşan kir ku ev mesele lazimê bi arikariya dewletên mezin va bê çareserkirin.
Seîd Sûrî yê ku ji ber şerê Suriyeyê niha li Tirkiyeyê dije jî got ku ev şer li dijî alema Îslamê ye û wiha dewam kir:
"Hêzên kurewî bona bazirganî û ranta xwe beldeyên misilmanan talan kirin. Mixabin li herêm û navçeya me lîstikên mezin tên lîstin. Misilman jî xapiyan û dest bi kuştina hevdu kirin. Dema ku misilmanan dest bi kuştina hevdu kir, yên din jî li kêfa xwe mêze dikin."
Sûrî destnîşan kir ku hêzên emperyalîst misilmanan berdidin hevdu û wiha axivî, "Tu misilmanek ji ber ku çûye axa cihû, Îsraîl û DYAyê bextewar nînin. Ev şer bi kêrî mesleheta misilmanan nayê. Bereks projeya têkbirin û vemirandina misilmanan e."
Sûrî herwiha bal kişand ku misilman divê bên bal hevdu û bi lîstikên rêxistinên terorê yên ku bi alema îslamê ra şer dikin, nexapin û wiha dawî li gotina xwe anî, "Xelkê Sûriyê ji rêxistina terorê PYDyê zilmê dibîne. Navê wê çi dibe bira be, teror dijminê mirovahiyê ye."