11 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2016
ŞANLIURFA
Li termînala otobosan ya navbajarî ya Şanliurfayê, di navbera polês û kesên ku daxwaza nasnameyê ji wan hat kirin da şer derket 3 polês şehîd ketin û 3 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan tîmên polêsan li termînala otobosan ya navbajarî ya Şanliurfayê, ji ber gumanekê daxwaza nasnameyê jin hin kesan dikin. Li ser vê xortekî daxwaza lêgerînê red dike û gulleyê berdide polêsan.
Gumanbarê ku li cihê bûyerê 3 polês birîndar kirin dest bi revê kir lê piştî 500 metroyê pêrgî tîmeke din a polêsan hat û li wê derê jî 3 polês birîndar kirin.
Piştra tîmên polêsan weke teqwiye ji cihê bûyerê ra şandin û gumanbar kuştî hat girtin.
Tîmên Servîsa Acila 112ê polêsên birîndar Mehmet Unaldi, Hasan Huseyin Çalişkan, Sinan Akdemir, Lokman D, Omer Faruk K. û Mehmet B, rakirin nexweşxaneyê.
Ji birîndaran Unaldi, Akdemir û Çalişkan tevî hemî midaxeleyan nehatin rizgarkirin û şehîd ketin.
Lêpirsîneke berfireh der barê bûyerê da dest pê kir û polêsên herekata taybet û tîmên dinê li herêmê û li derdora nexweşxaneyê tedbîrê ewlehiyê sitendin.
"Li gorî îfadeya malbata wî, pirsgirêkên derûnî yê wî xortî hebûn û tedawî dibû"
Waliyê Şanliurfayê Gungor Azim Tuna hat nexweşxaneya ku polês lê ne û der barê birîndaran da agahî sitend.
Tuna dema derketina ji nexweşxaneyê ji rojnamevanan ra axivî û ji ber bûyerê xemgîniya xwe anî ziman.
Walî Tuna destnîşan kir ku bûyer bi kûr û hûr tê lêkolîn û wiha got, "Hevalên me li otogarê bi şiklekî asayî lêgerîn dikirin, di wê demê da malbatek tê hemberî wan. Xortekî 17 salî digel dayika xwe û xwuşka xwe naxwaze ku lê bigerin. Bavê wî xortî leşker bû, çawîşekî pisporî malnişîn e, xort wê demê çeka bavê xwe bêyî bavê xwe bi xwe ra aniye û bi wê çekê gulleyan dibarîne. Li gorî îfadeya malbata wî, ew xortê ku pirsgirêkên wî yên derûnî hebûn û tedawî dibû 6 polêsan birîndar dike."
Tuna anî ziman ku tevî hemî midaxeleyan 3 ji wan polêsan şehîd bûn û wiha pê da çû, "3 polêsên me tedawî dibin û silamet in. Nuha 3 şehîd û 3 birîndarê me hene û êrîşkar jî hat kuştin. Em xemgîn in, jixwe bûyer ne bûyera terorê ye. Serê gelê me sax be."