28 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
WAN
Li Başkaleya navçeya Wanê di operasyonekê de 4 terorîstên PKKî yên ku haziriya êrişê dikirin hatin bêtesîrkirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Wanê, 4 terorîstên PKKî yên ku hat tesbîtkirin gelek êriş li dar xistine û haziriya êrişên nû dikirin bi arîkariya firokeya bêmirov li Taxa Tahila Başkaleyê hatin bêtesîrkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku van terorîstan heta îro li Başkaleyê welatî û gundparêz şehîd kirine û gelek teqemenî li ser rêyan bicih kirine.
Di berdewamiya operasyonê de gelek çek û teqemenî jî hatin bidestxistin.