Muhammet Kurşun
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
ANKARA
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan pêşwazî li Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Ebbas kir.

Ebbasê ku di çarçoveya ziyareteke resmî de li Tirkiyê ye bi merasimeke resmî ji aliyê Serkomar Erdogan hat pêşwazîkirin.
Erdogan li ber deriyê Kulliyeya Serkomariyê pêşwazî li Ebbas kir û piştî ku herdu lîderan cihên xwe di merasimê de girtin sirûda herdu welatan hat gotin.

Ebbas Alaya Muhafizan bi Tirkî silav kir.
Piştre herdu lîderan li ber kamerayan poz dan.