16 Îlon 2016•Rojanekirin: 17 Îlon 2016
VAN
Li Wanê piştî ku PKKya rêxistina terorê li noqteya polêsan a li ber Serokatiya Wîlayetê ya AK Partiyê bi wesaîta bombebarkirî êrîş û xisareke mezin çêbû, welatî dikanên xwe paqij dikin.
Li Wanê ekîbên şaredariyê jî molozan kom dikin û kuçe û kolanan paqij dikin.
- "Ev hovîtiyeke mezin e"
Mahmut Kahramanê esnaf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji ber êrîşa terorê eydê pîroz nekirine.
Kahraman diyar kir ku dikana wî di êrîşê da xera bûye û got ku bila êrîş bi dawî bibin.
Kahraman got ku ew jiyaneke bi hizûr dixwazin û wiha pê da çû: "Em birayê hev in û jiyaneke xweş dixwazin. Ev tiştên tên kirin wehşete. Em êrîşeke wiha şermezar dikin. Roja ku teqîn qewimî li gund min qurbanê şerjêdikir. Piştî teqînê ez hatim û min dikana xwe di vî halî da dît. Ez nizanim çi bikim. Qala tu aliyekî vê hovîtiyê nayê kirin. Em dixwazin mexdûriyeta me bê çareserkirin. Em teqînê şermezar dikin."
Hasan Handilyê ku xwediyê navenda kare jî got ku kargeha xwe bi kedeke mezin avakirin lê niha bûye xirbe.
Handîl diyar kir ku hêvîya wan ewe ku dawî li êrîşan bê û êrîşa roja eydê hat kirin jî hovîtiyeke mezin e.
Handîl êrîşa terorê şermezar kir û wiha axivî:
"Em hêza di pişt vê da û îdeolojiya ku piştgiriyê didê şermezar dikin. Ez jî kurd im, neferekê Komara Tirkiyeyê me. Ez girêdayî dewlet û miletê xwe me. Em ê bê şik vê girêdayîbûna xwe nîşan bidin. Am amadene ku canek na hezar canî feda bikin. Ev bûyere mezin e. Bi zirara madî û bêhizûriyê nikarin me rêya dewleta me şaş bikin. Em bawer diki bi awayekê baş em ê xwe bidig,nin hedefên 2023yan. Ev bûyeran nikarin me çavtirsî bikin. Ji xwe miletê di 15ê Tîmehê da ev nîşanî dinyayê da."
"Çalakiya ku hat kirin bi însanetî nebû"
Musa Gunceyê esnaf jî diyar kir ku rêxistina teroê ew mexdûr kiriye, hem madî hem jî menewî di tesîra neyînî ya bûyerê da man û wiha got: "Beriya teqînê ez çûm dikana hevalekê xwe. Di wê demê da teqîn çêbû. Çalakiya ku hat kirin bi însanetî nebû. Dibê êdî em vê bi rêya aqil çareser bikin."