14 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê gelek berhemên dîrokî yên tê texmînkirin ji heyama Urartuyan mane hatin qefaltin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Ewlehiya Wanê ekîbên ewlehiyê dijî qaçaxcîtiyê xebatên xwe berdewam dikin.
Hat diyarkirin di çarçoveya xebatan da ekîbên şaxa dijî sûcên organîze û qaçaxcîtiyê li taxa Şemsîbeyê di malekê da lêgerîn kirin û di lêgerînê da gelek berhemên dîrokî yên tê texmînkirin ji heyama Urartuyan mane hatin qefaltin.
Hat destnîşankirin ji ber bûyerê K.H. hat binçavkirin û berhemên dîrokî jî ji bona lêkolînê wê teslimî Midûriyeta Muzeyê ya Wanê bikin.