Nihat Kavşut
14 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2018
HAKKARÎ
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê endamên PKKya rêxistina terorê ji aliyê Iraqê ve êrîşî herêma baregehê kirin û eskerek birîndar bû.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê endamên PKKyê ji aliyê Iraqê ve êrîşî herêma baregehê ya li Çiyayê Guvenê kirin.
Hat diyarkirin tê texmînkirin êrîş bi moşekê hat kirin û ji ber perçeyê şerapnelê eskerek birîndar bû.
Li gor agahiyan eskerê birîndar bi firokeyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Hat diyarkirin li herêmê operasyon dewam dike.