19 Tebax 2016•Rojanekirin: 20 Tebax 2016
VAN
Êrîşa li ser navenda polêsan û mala polêsan a ku bi wesayîta bombebarkirî va li Îpekyoluya navçeya Wanê hatibû kirin bi meşê hat protestokirin.
Hin welatî li pêşiya Mizfeta Hz. Omer kom bûn û bi alayên ku dan destê xwe va hetanî Navenda Polêsan a 2yê Nîsanê ya ku lê teqîn çêbû meşiyan.
Di dema meşê da welatiyan sloganên li dijî PKKya rêxistina terorê avêtin û êrîş şermezar kirin.
Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Sivîlan a Vanê Garîp Kizilkaya li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê da 1ê wan polês 3 kes şehît bûn, 71 welatî birîndar ketin, li dewsa bûyerê xisareke mezin çêbû.
Kizilkaya diyar kir ku êrîşa terorê şermezar dikin û wiha axivî:
"Bi hewla derbeyê ya FETOyê va bi awayê eşkere hat dîtin ku dewletên emperyalîst li ser Tirkiyeyê pîlanan dikin. Hewla ku FETOya taşeron rabûyê bi îzna Xwedê Teala hat berterefkirin. Nika jî bi êrîşên terorê yên PKKê va dixwazin ku Tirkiyeyê tevlihev bikin. Eşkere ye ku rêxistinên terorê yên wek FETO, DAEŞ, DHKP/C û PKKê bi dîrektîfên emperyalîstan tevdigerin. Armanca PKKê ew e ku ceza bide gelê Wana ku piştgirî neda siyaseta hendekan. Êrîşên li Qiziltepe, Diyarbekir, Wan û Elezîzê nîşan dan ku karê herî baş ê ku rêxistin dizane xunrijandin û kuştin e."
Kizilkaya ragihand ku hêzên kurewî di çarçoveya planên ji bo tevlihevkirin, bêîstiqrarkirin û derxistina şerê navxweyî ya li herêmê êrîşan dikin û wiha pê da çû: "Di merheleya ku em hatinê da gelê me fersend neda daxwazên şebekeya fesad a derbekeran û wê prîm nede PKKya ku bi bombeyên li qadan diteqîne va jin, zarok û pitikan qir dike. Armanca wan çi dibe bila be ev êrîşên ku li dijî gel tên kirin li dijî mirovahiyê ne, bûyerên terorî ne û gavên li dijî hizûra civakê ne."
- "Misilman merivê xwe nakuje ev hemû kafir in"
Mehmet Emîn Tîlkî yê (90) ku bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê da jî diyar kir ku divê Tirkiye guh nede welatên rojavayê û wiha dewam kir: "Misilman merivê xwe nakuje. Ev hemû kafir in. PKK, FETO û DAÎŞ jî kafir in. Munafiqê herî mezin FETO ye. Dibêjin munafiqek ji 70 kafirî talûketir e. Heta ku ev kafir neyên daliqandin sibê û du sibe wê li derên din jî wiha bikin."
Hamîde Zorluya ku bertek nîşanî rêxistinên terorê da jî destnîşan kir ku êrîşên terorê herî zêde dayikan xemgîn dike û axaftina xwe wiha domand: "Em zarok bûn, me nizanibû. Lê em êdî mezin in û me fehm kir ku lazim e em Wanê wek sebiyê xwe bihesibînin. Wê bi tu awayî nikaribin me berî hev bidin. 3 roj beriya vê me 27 rojan li ser hev nobet girt. Heke hewce bike ji niha pê va jî emê dîsa bigirin. Heke zarokeke me ji bo welêt bûbe şehîd wê dayik zarokên nû bînin dinyayê û ew zarok wê mezin bibin û li welêt xwedî derbikevin.
Hin nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û serokê şaredariyê jî piştgirî dan meşê.