Önder Beyter
08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
VAN
Navenda bangê ya ku li Wanê nû hat damezirandin, ji bo 500 ciwanên bêkar bû dergehê şixul.
Piştî ku aramî û ewlekarî hat edilandin, Wan seba veberhêneran bû navenda cazibeyê. Herwiha projeyên ku li wanê tên cîbicîkirin, ji bo îstixdamê jî pir mefadar in.
500 ciwanên ku ji zanîngehê mezûn bûne, li navenda bangê ku li Herêma Pîşesaziya Organîze hat damezirandin, dest bi kar kirin.
Piraniya ciwanên ku li navenda bangê ya ku bi destê şîrketeke taybet hat vekirin dest bi kar kirin, keç in.
- "Hedefa me ew e ku hejmara îstixdamê derkeve hezarî"
Rêveberê şîrketê Murathan Çorekçî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku potansiyela hêza şixul a ciwanan li herêmê bilind e ku wan jî ji ber vê yekê biryar wergirt ku vê veberhênanê li Wanê bikin.
Çorekçî bal kişand ku li navenda bangê ya ku çar meh berê hat damezirandin, ne bi tenê ciwanên ji Wanê herwiha ciwanên ji bajarên din ên herêmê jî hatin îstixdamkirin û wiha dewam kir, "Ji vê mehê şûnda hejmara me wê derkeve ser 550yî. Hedefa me ew e ku heya dawiya salê hejmara îstixdamê derkeve hezarî."
Çorekçî diyar kir ku ji sedî 60ê xebatkaran keçên xama ne û wiha pê da çû:
"Em seba xebatkarên xwe xizmetên wekî veguhastin, tenduristî û mijarên din ên sosyal didin. Wan ji aliyê nifûsê ciwan va bajarekî biavantaj e. Nifûsê wê yê mezûnên zanîngehê zêde ye. Hemû xebatkarên me jî ji zanîngehê mezûn bûne."
- "Min xeyalê xwe yê şixul li vê derê pêk anî"
Seren Kahramanê diyar kir ku piştî ew ji zanîngehê mezûn bû, tayîna wê çênebû û bi navenda bangê va ew gihîşt xeyalê xwe yê şixul.
Kahramanê bal kişand ku piştî wê dest bi kar kir, kurtedemek bi şûnda pozîsyona wê bilind bû û ew bû rêveber û wiha dewam kir, "Ez berê bêkar bûm, lê paşê ez hatim min li vê derê dest bi kar kir û ez bûm serkêşê tîmê. Min xeyalê xwe li vê derê pêk anî. Ev der ji bo me bû şewqa hêviyê. Pêşiya vê sektorê vekirî ye. Em gelekî memnûn in ku em li vê derê ne."
Halîme Dîkmenê jî diyar kir ku ew sê salan bêkar ma û bi avabûna navenda bangê va ew bû xwedî kar û wiha dewam kir:
"Piştî ku min unîversîte kuta kir, ez demeke dirêj bêkar mam, lêbelê min çar meh berê serî li navenda bangê da û ez bûm xwedî şixul. Ev der bi rastî jî seba ciwanên ji zanîngehê bû dergehê şixul. Mîna ya min, jiyana gelek hevalên min li vê derê guherî."