08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
ANKARA
Hat ragihandin li bakurê Iraqê herêma Hakurk, Sînath-Haftanîn, Zap û Metînayê di operasyona esmanî de 12 hedef hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li bakurê Iraqê herêma Hakurk, Sînath-Haftanîn, Zap û Metînayê li hember endamên rêxistina terorê yên ku amadehî dikirin êrîşî yekîneyên Tirk bikin, operasyoneke esmanî hat kirin.
Di operasyona esmanî de 12 hedefên ji sitargeh, mewziyên çekan û êwirgehan pêk tên hat îmhekirin.