25 Tebax 2016•Rojanekirin: 26 Tebax 2016
VAN
Li Wanê bi pêşengiya Memur-Senê û piştevaniya hezar û 113 saziyên civaka sivîl, ji 21 wîlayetên rojhilat û başûrê rojhilat, mitînga "Ka em li dijî derbe û terorê bibin yek" saz kirin û lenet li terorê anîn.
Welatiyan alayên Tirkiyeyê hilgirtin û bi dovîzên ku diruşmên kurdî û tirkî yên weke, "Maşikên xelkê PKK-PYD-DAÎŞ-FETO", "Ji bo vejîna bihevra em bihevra li ber xwe didin", "Ji terorê ra one minute", "Bawermend birayê hev in", "Em pêkve Tirkiye ne", "Me derbe têk bir emê terorê jî têk bibin" li serê nivîsandî bûn meşiyan û lenet li terorê anîn."
Alîkarê Serokê Giştî yê Egitim Bir-Senê Ramazan Çakirci ji nûçegihanê AAyê ra axivî û wiha got, "Digel hemî gelên Tirkiyeyê li dijî terorê em li meydanan in. Em êdî naxwazin bûyerên terorê bibînin. Em aramî û aştiyê dixwazin. Em ji vê derê va gazî rêxistinên terorê dikin. Ev herêm bi salan e ji terorê bêzar bûye. Êdî çekan daynin, yan ne ev gel wê we digel çekên we veşêre. Kes nikare vî miletî û vê axê perçe bike."
Alîkarê Serokê Egitim Bir-Sena Wanê Mehmet Ali Yucel jî anî ziman ku di vê pêvajoyê da pêwîstiya Tirkiyeyê bi yekîtî û bihevrabûnê heye û got, "Tirkiye li hemî herêmên xwe li dijî hewla derbeyê û bûyerên terorê têdikoşe, pêwîstiya welêt bi nîşandana bertekê heye. Nuha bi 79 milyonan Tirkiye bertekeke hevbeş nîşan dide. Armanca rizgarkirina vî welatî ye ji destê mîhraqên derekî. Welatên din dixwazin Tirkiye mîna Sûriye lê, bê lê gelê Tirkiyeyê wê qet nehêle. Gel 15ê tîrmehê ev tişt îsbat kir."
- "Tirk, kurd, çerkez, laz hemî mil bi mil in"
Serokê Memur-Sena Wîlayeta Meletiyê Fehmî Bingol anî ziman ku ji bo nîşandana biratiya Tirkiyeyê li Wanê civiyan e û wiha got, "Em çawa li dijî FETOyê li ser pêyan sekinîn emê li dijî terorê jî li ser pêyan bin. Li vê derê tirk, kurd, çerkez, laz hemiyan mil dane mil û bi hev ra têdikoşin."
Serokê Şaxa Agiriyê yê Diyanet-Senê Yasîn Çinar jî piştrast kir ku bi mebesta nîşandana yekîtî û bihevrabûna Tirkiyeyê hatine Wanê û got, "Hewl didin welatê me perçe bikin, ev lîstikeke dewletên rojavayê ye. Heta Serkomarê me sax be, pişta vê dewletê nayê erdê. Em weke gel li pişta Serokomarê xwe ne."