15 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
VAN
Li Wanê bi bombeyê êrîşî Serokatiya Muradiyeyê ya AK Partiyê kirin.
Îbrahîm Vanliyê Serokê Muradiyeyê ya AK Partiyê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku êrîş di saet 03.00an da hatiye kirin.
Vanli diyar kir ku dema êrîşê di avahiyê kes tunebû û wiha got: "Nîv saet dereng haya me jê çêbû. Xebatkarên firûnê yên li pişt avahiyê dengê teqînê bihîstine. Lê nizanin kê kiriye."
Vanli got ku piştî ku polêsan telefonê wî kirine ew ji mala xwe ya li taxa Açikyolê derketiye çûye avahiyê partiyê û wiha dewam kir: "Li cihê ku teqîn çêbû kameraya me ji ber ku xirab bûbû dîmen nehatine qeydkirin. Lê dîmen di kameraya me ya li cihê hundir de xuya dike. Bombeya ku avêtina mitbaxê ketiye."
Vanli bi bîr xist ku demek berê jî êrîş li mala Serokê Şaxa Civanan ê Navçeyê hatibû kirin.
Vanli got, "Me çawa ku li wê derê got îro jî dibêjin. Ev bênamûsî ye, em ê dev jê bernedin. Eva bi tu awayî nûnerê gelê kurd nînin. Lewra gelê kurd ev qasî bêbext nîne." û wiha pê da çû:
"Bira qet nebêjin ku ew ê bi bombeyekê va partiya siyasî bêdeng bikin. Em ê dev jê bernedin, li pişta vê heqîqetê bisekinin. Em ê kevneşopî û çanda kurdan bi destê wan ra bernedin, bira vê bizanibin. Ez dîsa dibêjim, hinek kesê ji van rê bêjin bisekinin. Evê jî bi berteka gel va bibe. Eva kara bi tenê bi hêzên ewlekariyê va nabin. Hûnê bibînin gelê serî hilde."