26 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê çandiniya zertikê dest pê kir.
Zekî Aygunê Parlamenterê Kocaeliyê yê AK Partiyê û Odeya Ziraetê ya Yuksekovayê bi hev ra bernameyek amade kirin ku gundî li zeviyên xwe zertikê bireşînin. Cotkarên ku li ser vê bernameyê zertik reşandibûn, bi bîçera ku Wezareta Pêşketinê şandiye zeviyên xwe çinîn.
Adnan Onayê Serokê Odeya Ziraetê ya Yuksekovayê got ji bo rûnê aspîrînê bê destxistin dewletê piştgiriyek mezin daye ku gundî zertikê bireşînin.
Onay got li ser vê piştgiriya dewletê cotkaran li zeviyên xwe zertik reşandine û wiha axivî: "Me qet gubre nereşand, bi xwezayî me hilberîna wê kir. Rûnê vê nebatê wê ji bo xwarinê bê bikaranîn. Di dersên ku dane me de hat gotin ku di vî rûnî de qet kolestrol tune, zêde potasyum heye û ev jî dibe sedem ku rûnê kezeba mirov bihele. Taybetmendiya farbîkaya me ew e ku ji destpêkê heta ku rûn bikeve şûşeyê tu caran dest lê nakeve."
Onay anî ziman ji bo ku bê ceribandin wan li ser erdeke 2 hezar donimî zertik reşandiye lê di dahatûyê de wê zêdetir bireşinin û spasiya dewletê kir.
Cotkar Ajar Çobanoglu jî got îsal wî berekî baş hildaye û wiha axivî: "Axa me bi bereket e. Em jî ji nîmeta axê sûdê werdigrin. Em dixwazin karsazên ji Yuksekovayê bên li vir veberhênanan bikin."