05 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya (Gever) navçeya Hekariyê, piştî ku qedexeya derketina derva bi demkî û qismî hat rakirin, welatî çûne mizgeftan û piştî nivêja cejnê ji bo "aramiyê" dia kirin.
Li Yuksekovaya ku qedexeya derketina derva bi demkî û qismî lê hat rakirin, welatiyan di nimêja cejnê da destên xwe ji bo "aramiyê" palandin.
Li Yuksekovayê qedexeya derketina derva ya ku di çarçoveya operasyona "Cendiremeyê Şehîd Çawîşê Pispor Ramazan Gulle" ya ku di 13ê adarê da dest pê kiribû û di 20 nîsanê da temam bibû, hatibû îlankirini nuha bi qismî û demkî hatiye rakirin û jiyan pêra pêra normalîze dibe.
Welatiyên ku ji ber bûyerên terorê maweyeke dirêj nikarîbûn ji malên xwe derkevin, îro serê sibê bi mebesta edakirina nimêja cejnê çûne mizgeftan.
Welatiyên ku li mizgefta Îhsaniyê ref û sef girtin, piştî nimêjê ji bo aramî û hizûrê dia kirin û di dawiyê da cejna hev pîroz kirin.