24 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2016
ANKARA
Piştî hewldana derbeya yê Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) rewşa derasayî hatibû îlankirin. Ji bo ku li gorî mewzûatê, peywir bên kordînekirin Lijneya Kordînasyona Rewşa Derasayî hat sazkirin.
"Giştînameya Serokwezîriyê ya der heqê Rewşa Derasayî, ku Jimareya wê "2016/17" e, di Rojnameya Fermî da derçû.
Giştîname bi îmzeya Serokwezîr Bînalî Yildirim belav bû û tê da hat bibîrxistin ku di 15ê tîrmehê da li hemberî gel û dewlet, bi mebesta têkbirina pergala demokrasiya azad a ku bi destûrê hatiye avakirin, hewldana derbeyê çêbû.
Herwisa di giştînameyê da hat destnîşankirin ku hewldana derbeyê bi berxwedana mezin ya gel va têk çû. Tertîpkar û piştevanên vê hewlê, yan jî yên ku têkiliya wan ji aliyê aboriyê va bi vê şebekeya terorê va hene, wê têkoşîneke pir dijwar li hember wan bê ajotin.
Di vê çarçoveyê da li gorî madeya 120emîn a Destûrê û li gorî benda (b)yê ya madeya 3yemîn a Qanûna Rewşa Derasayî ku jimareya wê 2935 û dîroka wê jî 25ê Cotmeha 1983yan e, bi biryara Lijneya Wezîran ku jimareya wê 2016/9064 e û dîroka wê jî 20ê Tîrmeha 2016an e li seranserê welêt ji 21ê Tîrmeha 2016ê roja pêncşemê saet 01.00ê pê va ji bo 90 rojî rewşa derasayî hatiye îlankirin û wiha hat gotin:
"Ji bo ku li gorî mewzûatê, peywir bên kordînekirin, bi serokatiya Serokwezîr û bi beşdariya Wezîrê Dadê, Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakî, Wezîrê Karên Navxweyî, Wezîrê Karên Derva, Wezîrê Darayî, Wezîrê Perwerdeyê, Wezîrê Berevaniya Neteweyî û Misteşarê Serokwezîriyê va Lijneya Kordînasyona Rewşa Derasayî hat sazkirin.
Li bajêran rewşa derasayî dê ji layê waliyan were kordînekirin."