ANKARA
"Zagona ji bo Guhertina Zagona Cezayê Tirkan û Hin Zagonên Din" ku di raya giştî de wek "Pakêta Darazê ya Nû" tê zanîn, di Rojnameya Fermî de weşiya û ket rewacê.
Li gor vê zagonê dadgehên cezayê yên sulhê dê rabin û wezîfeya van dadgehan dewrî dadgehên cezayê yên asliyê dibe.
Ji bo ku di dema lêpirsînê de biryarên ku divê dadger bidin bên dayîn, kar bên kirin û îtiraz bên lêkolînkirin jî dadgeriya cezayê sulhê dê bê avakirin.
Ji bo ku mirovek ji bo Serokatiya Yekemîn a Dadgeha Temyîzê bê hilbijartin, divê herî hindik 10 salan endamtiya Dadgeha Temyîzê kiribe, her wiha ji bo ku mirovek ji bo Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Temyîzê û Cîgirê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Temyîzê divê 5 sal û ji bo ku mirovek ji bo serokatiya daîreyê bê hilbijartin jî divê herî hindik 3 salan endamtiya Dadgeha Temyîzê kiribe.
Li zagonê, kesê ku destdirêjiya zarokan bikin, dê ji 8 salan heta 15 salan cezayê hebsê bixwin.
Kesên ku madeyên hişbirê bê destûr çêbike, îthal û îxrac bike, dê ji 20 salî heta 30 salî cezayê hebsê bixwe.
Kesên ku cezayê hebsê xwaribin û di hebsê de ji ber nexweşiyên giran nikaribin tena serê xwe bijîn, bi şertê ku ew ji bo civakê nebin xetereyeke mezin, cezayê wan dê paş de bê avêtin.