Abdullah Tel
01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
KIRKLARELÎ
Li Tirkiye û Ewropayê bi darên kayin û berûyê va Îgneada xwedî longoza herî mezin e. Li rûyê dinê kêm deran heye ku gol û behr li ser heman longozê hebin lê Îgneada xwedî vê taybetiyê ye jî. Bi xweşikiyên xwe, hewaya xwe ya paqij çem û xweşikiyên xwe yên din va ziyaretvanan dike bin tesîra xwe.

Daristana longozên Îgneadayê di nav xwe da 4 gol dihewîne, cihên meşê lê hene û ji bo heywanên curbicur jî stargeh û cihê jiyanê ye. Bi xweşikiyên xwe turîstên xwecî û biyanî jî dihewîne.
Ev longoz bi taybetiyên xwe ji wan derên ku bi taybetiyên xwe li seranserê dinyayê ji cihên girîng tên hesibandin yek e. Lewra heta niha di longozê da 544 cure nebat, 46 cur candar, 25 cur kişok, 50 cur biguhan, 30 cur masiyên ava şirîn, 20 cur masiyên behrê û 219 cur jî çivîk hatin tespîtkirin.

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Huseyîn Yayman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku longozên Îgneadayê him li dinyayê û him jî li Tirkiyeyê xwedî cihekî girîng e û ji welatiyan xwest ku bila ji bo serdanê biçin wir û wiha pê da çû: "Lazim e em longozên Îgneadayê bi çar aliyê dinyayê bidin nasîn û ji wan ra qala vê derê bikin.

Em ji bo vê hewl didin. Welatiyên me dema bên vir wê bêhna wan derkeve, tevlî malbatên xwe dikarin bên. Ez niha çi bibêjim beredayî ye divê ew bên û bi xwe bibînin."