Sevim Hatun
20 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
ANKARA
Ji 167 kesên ku di çarçoveya hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da hatin binçavkirin û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê girtina wan teleb dikir jê 164 kes hatin girtin ji wan 3 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan.
Serdozgerên komarê yên di Biroya Lêpirsînê ya Sûcên Dijî Pergala Makezagonê da wezîfedar, 164 gumanbarên di çarçoveya lêpirsîna derbeyê da hatin binçavkirin, piştî karûbarên li ewlekariyê bi daxwaza girtinê sewqî dozgeriya cezayê sulhê kirin.
164 gumanbar ji aliyê Dozgeriya Cezayê ya Sulhê ya Enqereyê va hatin girtin, jê 3 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan.
Ji gumanbaran yek jî piştî îfadedayina li dozgeriyê serbest hat berdan.