Fatih Gazioğlu
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 11 Gulan 2018
ANKARA
Lijneya Bilind ya Hilbijartinê lîsteya namzedên Serokomariyê ya berwext weşand.
Li gor biryara Lijneya Bala ya Hilbijartinê ya ku di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin lîsteya namzedên Serokomariyê ya berwext hat îlankirin. Li gor vê Lijneya Bala ya Hilbijartinê serîlêdana Recep Tayyip Erdoganê ku ji bo Serokomariyê ji aliyê koma AK Partiyê û MHPê ve namzed hatibûn nîşan dan, Muharrem Înceyê ku ji aliyê koma CHPê û Selahattîn Demîrtaşê ku ji aliyê koma HDPê va namzed hatibû nîşan da qebûl kir.
Kar û barê îmzekirinê yê ku dixwazin bona Serokomariyê yekî wek namzed nîşan bidin ji aliyê Lijneya Bala ya Hilbijartinê va di 4ê gulanê da destpêkiribû û di 9ê gulanê da jî qediya bû.
Di encama komkirina 100 hezar îmzeyan ya bi nivîskî jî namzediya Dogu Perînçek, Meral Akşener û Temel Karamollaoglu hat qebûlkirin. Serîlêdana Veda Ozê namzed ji ber ku 100 hezar îmze komnekir nehat qebûl kirin.
Li gor encama nirxandinê namzedên ku navê wan ketin lîsteyê berwext bi rêza alfabetîk ev in: "Dogu Perînçek, Meral Akşener, Muharrem Înce, Recep Tayyip Erdog û Temel Karamollaoglu."
Di biryarê de dîroka jidayîkbûna namzedan û zanîngehên ku qedandin din jî cih girt.