18 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
ANKARA
Li gor bernameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind lîsteyên hilbijêran wê îro li mixtariyan bên daliqandin û heta 26 sibatê wê bimînin.
Xebatên bernameya referanduma ji bo guherandina destûra bingehîn ya di 16ê nîsanê a wê bê kirin, dewam dike.
Li gor bernameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind lîste wê îro li mixtariyan bên daliqandin û lîsteyên ji bo mehkûman bên rojanekirin û hilbijêrên li derveyî welêt jî dikarin li ser malpera "www.ysk.gov.tr"yê li lîsteya binêrin. Hilbijêr ji îro pê va li ser malpera "www.ysk.gov.tr"yê dikarin qeydên xwe bibînin.
Lîsteyên li mixtariyan di 26ê sibatê da bên rakirin, piştî îtirazan wê lîsteya hijbijêrên li derveyî welêt di 10ê adarê da temam bibe.