Hat ragihandin ku ji bo hilbijartina 7ê hezîranê ji 8ê gulanê heta niha li derveyî welêt gel reya xwe dide û heta niha 685 hezar û 158 hilbijêr çûn ser sandoqê.
Li Avustralya, Almanya, Avusturya, Belçîka, Danimarka, Fransa, Swîsre, KKTC, Norwêc û Amerîkayê li 40 nûnertiyên Tirkiyeyê û li ber deriyê gumrikê rey tên dayîn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, li nûnertiyên Tirkiyeyê yên welatên din heta niha 685 hezar û 158 kesan rey avêt.
Li Almanyayê ji bo hilbijartina serokomariyê 111 hezar û 933 kesan reya avêt, ji bo hilbijartina giştî jî 413 hezar û 9 rey hatin avêtin. Almanya bi vê hejmarê ve li Ewropayê bû welatê yekem ku herî zêde mirov li vê derê rey avêtin.
Li Amerîkayê 12 hezar û 347, li Avusturyayê 31 hezar û 997, li Avustralyayê 6 hezar û 174, li Belçîkayê 39 hezar 58, li Danîmarkayê 8 hezar û 117, li Fransayê 100 hezar û 458, li Swîsreyê 33 hezar û 544, li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur 21 hezar û 285, li Norveçê jî hezar û 441 kesên tirkiyeyî çûn ser sandoqê.
Heta 31ê gulanê li Ewropayê li bendê ne ku nêzî 2 milyon û nîv welatiyên Tirkiyeyê rey biavêjin.