Nihat Kavşut
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Stenbolê di encama lêkolînan da tesbît kir ku madeyên li Tuzlayê bûn sedema behnê Tetrachior cezhene û Tricholoro ethene ne ku di sektora metal û tekstîlê da tên emilandin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê da wiha hat gotin: "Hat tesbîtkirin sedema bêhna ku do li hin taxên Tuzlayê belav bû ji hin bermayiyên kîmyewî çêbûye ku bi qaçaxî deşarjî xeta kolektora avê bûye. Di encama lêkolîna Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Stenbolê da ku li laboratuvarê hat kirin derket holê ku madeyên li Tuzlayê bûn sedema behnê Tetrachior cezhene û Tricholoro ethene ne ku di sektora metal û tekstîlê da tên emilandin."
Lêpirsîna der barê mijarê da dewam dike.