Önder Beyter
04 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2016
RIYAD
Erebistana Siûdî daxuyand ku ji ber êrîşên dijî konsolosxane û balyozxaneyên wan ên li Îranê, wan bi Îranê ra hemû pêwendiyên xwe yên dîplomatîk birî.
Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Adil el-Cubeyr di daxuyaniya xwe ya civîna çapemeniyê da diyar kir digel ku wan bangî rayedarên Îranî kiribû da ku avahiyên balyozxaneyê biparêzin û wiha got, "Lê wan rê li ber êrîşa avahiyan û talankirina belgeyên fermî û alavan negirt. Ji ver vê jî me bi Îranê ra hemû pêwendiyên dîplomatîk rawestandin."
Cubeyr destnîşan kir ku wan, 48 saet terxan kir ku berpirsiyar û dîplomatên îranî Erebistana Siûdî biterikînin û wiha xeberda, "Îran parastina mîsyonên biyanî ku qanûnên navneteweyî vê parastinê ferz dike, paşguh dike. Êrîşa balyozxaneya DYAyê ya di sala 1979an da, êrîşa balyozxaneya Britanyayê ya di sala 2011an da û duhê jî êrîşên dijî balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Tehran û Meşhedê nîşaneya vê ya herî eşkere ye."