Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
MECLIS
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê sitand, tê pîlankirin ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind encamên teqez ên Hilbijartina Parlementerî û Serokomariyê îro eşkere bike.
Li gor rêziknameya Meclisê, piştî ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind encamên teqez ên hilbijartina parlementeriyê eşkere kir dibê 3 roj şûnda di saet 14.00an da Lijneya Giştî ya Meclisê bêyî bang bicive. Li gor vê parlementer ji bo ku sonda parlementeriyê bixwin dibê di 7 tîrmehê roja şemiyê di saet 14.00an da bicivin. Parlementerê herî kal/pîr dibê Seroktiya Berwext a Meclisê bike.
Parlementer dibê li gor qanûna bingehîn li kursiyê meclisê bi dengê bilind sond bixwe. Parlementer ew ê li gor bajar, paşnav û navên xwe têkevin rêzê û ku dora wan were jî sond bixwin.
Li bendê ne Erdogan di 8ê tîrmehê da sond bixwe
Parlementerên ku naxwazin sond bixwin jî ew ê ji maf û îmkanên parlementeriyê îstifade nekin.
Dibe ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wekî Heyama 26an ji bo merasima sondxwarinê teqîb bike were Meclisê. Li bendê ne Erdogan di 8ê tîrmehê da sond bixwe.
Serîlêdana namzediya Seroktiya Meclisê
Serîlêdanên ji bo Seroktiya Meclisê ew ê di roja ewil a civîna Meclisê da dest pê bikin.
Li gor rêziknameya Meclisê di heyamekê da 2 caran serokê Meclisê tê hilbijartin. Kesê/kesa ku ji bo qisma ewil were hilbijartin 2 salan, yê ku ji bo qisma duduyan were hilbijartin jî 3 salan wezifeyê dike.
Namzedên Seroktiya Meclisê dibê ji civîna ewil a Meclisê pê va di nav 5 rojan da serî li Dîwana Seroktiyê bixin.
Serokê Meclisê bi hilbijartina dengê veşartî tê kirin. Kî di tura ewil an jî tura 2yan da ji 3 paran 2 parî bistîne dibe Serok. Heke di herdu turan da tu kes neyê hilbijartin jî di tura 3 yan da kî piraniya rayên parlementeran (300+1) bistîne ew dibe serok. Heke piraniya rayan di destê yekî da nebe jî herdu kesên ku herî zêde ray sitandine di tura 4an da dikevin hilbijartinê û kî piraniya rayan bistîne ew dibe serok.