Fatih Gazioğlu
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber pevçûnên ku ev demeke li başûrê rojavayê Sûriyeyê diqewimin wê roja pênşemê bicive.
Der barê civînê de ji Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Daîmî ya Swêdê daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî roja pêncşemê wê li ser mijara Sûriyeyê bicive. Di daxuyaniyê de hat gotin terefên şer ji bo parastina sivîlan û binesaziyê mirovahiyê tiştê ku divê bikin nakin.
Neteweyên Yekbûyî hişyarî dabû ku li bajarê Derayê jiyana 750 hezar kesan di talûkeyê da ye.
Li gor daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî di navbera 270 hezar û 330 hezarî da ji ber êrîşan mecbûr mane û koçî sînorê Urdunê kirine. Neteweyên Yekbûyî ji bo derên sînorên xwe vebikin bangî Urdunê kir.
Rejim û piştgirên wê, ji bo ku başûrê welêt jî bi dest bixin, di 20ê hezîranê da li dijî Derayê operasyon dabûn destpêkirin.
Di encama operasyonan de heta niha 104 sivîl hatin kuştin.
Dera û Kuneytraya ku dikevin başûrê rojavayê welêt, yek ji herêmên kêmkirina rageşiyê ne ku di pêvajoya Astanayê da Tirkiye, Îran û Rûsya garantor in. Rûsya, Amerîka û Urdunê 2 meh şûnda Dera û Kuneytra kiribûn çarçoveya peymaneke taybet.
Amerîkayê jî piştgiriya xwe ya ku li herêmê dida mixalifan, dabû sekinandin.