23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
TBMM
Meclisa ku di hewldana derbeya FETO de hatibû bombekirin û zirareke mezin ditîbû wê bê nûkirin.
Sekreterê Giştî yê TBMMê Mehmet Alî Kumbuzoglu ji nûçegihana AAyê re behsa xebatên tadîlatê yên li Meclisê kir.
Kumbuzoglu got ku Avahiya Têkiliyên Bi Gel Re ji sedî 75 xisar dîtiye û ev der ji ber ku welatî tên û diçin cihekî girîng e.
Kumbuzoglu bi bîr xist ku 3 bombe avêtibûn meclisê, yek li banê meclisê ketibû û divê ev der, meqama ku Serokwezîrtiyê bê nûkirin.
Ji bo cihê ku bombe lê ketiye jî Kumbuzoglu wiha axivî: "Armanca me ew e ku em vê derê bikin muze ku kesên bên ziyaretê bi hêsanî bikaribin li vir çavderiyê bikin. Divê em vê derê ji ciwanan re, nifşên nû re bihêlin. Li cem Avahiya Têkiliyên Bi Gel Re ji ber bombeyan çaleke 2 mêtroyî vebû. Lijneya Zanistê pêşniyar kir ku ev der divê bi camê ve bê girtin û wek pêşangeh bê teşhîrkirin. Em ê sitargehê jî baştir çêbikin. Înşallah heta 1ê cotmehê em ê hemû xebatan biqedînin."
- "Bê delîl tu tişt nabe"
Li ser pirsa "Li Meclisê endamên FETOyê hene an na? Ji bo tespîtkirina wan çi tê kirin?" Kumbuzoglu wiha got: "Wek her saziyê di Meclisê de jî komîsyonek hat avakirin. Komîsyon ji MÎTê, MSAKê, BDKKyê û ewlekariyê agahiyan hilde û wê encamê diyar bike. Ev karekî cidî ye. Qeydên ku wê bên girîng in. Ev der dewleta hiqûqê ye, her tişt li gor hiqûqê rê ve diçe. Bê delîl tu tişt nabe."