23 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
HAKKARÎ
5 hezar û 500 malbatên ku ji ber êrîşên terorê yên PKKya rêxistina terorê ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê bar kiribûn piştî temamkirina operasyonan vegeriyan cî û warên xwe.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, piştî operasyonên ku li ser êrîşên terorê dabûn destpêkirin rewşa hizûr û ewlehiyê hat pêkanîn û welatî vedigerin navçeyê.
Li navçeyê ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiyê di 13ê adarê da qedexeya derketina derva hatibû îlankirin û di 20ê nîsanê da jî operasyona bi navê "Operasyona Ramazan Gulleyê Çawîşê Pispor" hatibû temamkirin. Piştî temamkirina operasyonê welatî vedigerin navçeyê û ji bo dîtina hewcedariyên welatiyan xebat dewam dikin.
- Yek û yek bi malbatan ra eleqedar dibin
Midûrê Bajêr ê Malbat û Polîtîkayên Civakî Mehmet Akîf Bîldîrîcî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hin malbatên ku koç kiribûn vedigerin navçeyê.
Bîldîrîcî got, "31 hezar welatiyên ji 5 hezar û 400 maşbatî yên ku koç kiribûn vegeriyan navçeyê" û wiha pê da çû: "Heta îro bi 5 hezar û 959 malbatî ra hevdîtin hat kirin. Di hevdîtinan da ji sedî 55an gotin ku dikarin di malên xwe da rûnên lê ji sedî 27ên wan jî gotin ku ew nikarên di malên xwe da bijîn û ji sedî 18yan jî gotin ku zirar gihîştiye malên wan. Ji malbatan sedî 44ên wan ji Weqfa Piştgirî û Piştevaniya Civakî alîkariyên wek kirê, xwarin û xurekê hildane û ji sedî 14ên wan jî ji hêla aborî û civakî va ji Midûriyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî piştgirî û ji sedî 2yên wan jî li malê xizmet hildane lê ji sedî 18yan xizmet hilnedaye."
Bîldîrîcî destnîşan kir ku di hevdîtinên bi malbatan ra kirin da ji sedî 5 zarokên malbatan dev ji mektebê berdane û ji bo zarok careke din bikaribin bixwînin jî bi Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ra dixebitin û wiha dewam kir: "Di hevdîtinên ku me bi malbatan ra kir da ji sedî 5 zarokên wan (225 xwendekar) dev ji xwendinê berdane. Dema mirov li sedema dinihêre ji sedî 37ên wan bi dilê xwe, ji sedî 30yên wan ji ber pirsgirêkên madî û ji sedî 13ên wan jî ji ber meseleyên civakî dev ji mektebê berdane."

- "Ji sedî 92 koç kirin"
Bîldîrîcî diyar kir ku ji malbatan pirsa "Di dema qedexeyê koç çêbû?" hatiye kirin û wiha xeberda: "Kesên ku bersivandin gotin ku ji sedî 92 koç kirine û ji sedî 8 jî mane. Ji sedî 39 koçî navçe û gundên xwe kirine, ji sedî 41 koçî Wanê, ji sedî 10 koçî Hekariyê û ji sedî 10 jî koçî bajarên din kirine. Ji sedî 82 ji bo alîkariya xurek û kirê şandine Weqfa Hevkarî û Alîkariyê ya Civakî û ji sedî 10 çûne navendên tenduristiyê yên gel. Xwendekarên ku dev ji dibistanê berdane ji bo dest bi dibistanê bikin şandine Midûriyeta Ewlehiya Neteweyî. Bi tevahî milyonek û 175 hezar û 587 lire li 893 malbatan hatiye belavkirin."
Bîldîrîcî destnîşan kir ku 11 ekîbên ku ji 35 kesan pêk tê li Yuksekovayê xebatên xwe meşandine.