Türkan Tosun
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezareta Darayiyê daxuyand ji meha tîrmehê pê va bi ferqa enflasyonê mehaneya hêrî kêm yê karmendan wê bibe 3 hezar û 133 lire û mehaneya herî kêm yê karmendên teqawidbûyî jî bibe 2 hezar û 149 lireyî.
Wezaretê der barê zema tîrmehê ya îsal a li ser mehaneya karmendên kamuyê û karmendên teqawîdbûyî de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin di mehaneya karmendên kamuyê û yên teqawîdbûyî da bi ferqa enflasyonê va bi giştî ji sedî 5,9 zem hatiye kirin.
Hat gotin mehaneya herî kêm a karmendan ji 2 hezar û 893an derketiye 3 hezar û 133 lireyan, mehaneya herî kêm a karmendên teqawîdbûyî jî ji hezar û 978an derketiye 2 hezar û 149 lireyan.
Hat destnîşankirin ji meha tîrmehê pê va mehaneya karmendên kamuyê û yên teqawîdbûyî ji sedî 3,5 zêde bûye.
Ji meha çileya paşîn û tîrmehê pê va mehaneya karmendên kamuyê ya net wiha ye;
UNWAN | Asta wan | MEHANEYA NET |
Çileya Paşîn a 2018an | Tîrmeha 2018an |
MUSTEŞAR | 1/4 | 11.064 | 11.978 |
MIDÛRÊ GIŞTÎ | 1/4 | 9.709 | 10.507 |
MIDÛRÊ ŞAXÊ (Yên ji zanîngehê mezun bûne) | 1/4 | 5.098 | 5.519 |
KARMEND (Yên ji zanîngehê mezun bûne) | 9/1 | 3.136 | 3.387 |
MAMOSTE | 1/4 | 3.927 | 4.247 |
QAYMEQAM (Asta 1emîn) | 1/4 | 8.901 | 9.651 |
SERKOMÎSER | 3/1 | 5.095 | 5.516 |
POLÊS | 8/1 | 4.457 | 4.823 |
DOXTORÊ PISPOR | 1/4 | 6.064 | 6.568 |
HEMŞÎRE (Yên ji zanîngehê mezun bûne) | 5/1 | 3.814 | 4.124 |
ENDEZYAR | 1/4 | 5.204 | 5.634 |
TEKNÎSYEN (Yên ji lîseyê mezun bûne) | 11/1 | 3.265 | 3.527 |
PROFESOR | 1/4 | 8.384 | 9.089 |
LÊKOLÎNER | 7/1 | 4.939 | 5.347 |
WAIZ | 1/4 | 4.082 | 4.415 |
PARÊZER | 1/4 | 4.967 | 5.377 |