Nihat Kavşut
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
ANKARA
Muharrem Înce: "Min pêşniyaz lê (Kiliçdaroglu) kir ku heger bixwaze dikare kongreya derasayî bicivîne. Ew dikare bibe serokê giştî yê rûmetê û ez jî bibim serokê giştî. Heger bibêje 'Na' wê rêxistin bi xwe çareser bike."
Li Meclisê piştî Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya di 24ê Hezîranê da qeyda parlamenteran dewam dike.
Muharrem Înceyê ku di 24ê Hezîranê da namzedê serokomariyê yê CHPyê bû hat Meclisê û di dema qeyda Ozcan Ozelê Parlamanterê Yalovayê yê CHPyê da roketa Ozel pê va kir.
Înce li vir daxuyanî da rojnamevanan û der barê hevdîtina ku bi Serokê Giştî yê Kemal Kiliçdaroglu ra kir da wiha got: "Min pêşniyaz lê kir ku heger bixwaze dikare kongreya derasayî bicivîne. Ew dikare bibe serokê giştî yê rûmetê û ez jî bibim serokê giştî. Heger bibêje 'Na' wê rêxistin bi xwe çareser bike."