14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
ŞIRNAK
Li navenda Şirnexê qedexeya derketina derva îro ji seat 05.00an pê va qismî hat rakirin û mexdûrên terorê jî piştî 246 rojan êdî vedigerin Şirnexê.
Li navenda Şirnexê ji bo ku can û malê gel bê parastin, endam û alîgirên rêxistinê bên berterefkirin, baregeh, depo, şikeft û sitargehên rêxistina terorê PKKê bên îmhekirin ji 14ê adarê vir va derketina derva hatibû qedexekirin. Ev qedexe ji îro şûn da di navbera saet 05.00 û 22.00 an de bê rakirin.
Dema welatiyên ku li dervayî Şirnexê dijin tên bajêr ji bo ku zêde xirecir û qerebalix çênebe wê peyderpeh bên Şirnexê.
Welatiyên ku li taxên Ataturk û Vakifkentê dijîn sibê, yên ku li taxên Nuh û Gundogduyê dijîn di wê 15ê mijdarê de, yên li Aydinlikevler û Îsmetpaşayê dijîn wê di 16ê mijdarê de, yên ku li Cumhuriyet û Gazîpaşayê dijîn wê di 17ê mijdarê de, yên ku li Yeşîlyurt û Bahçelîevlerê dijîn dijîn wê di 18ê mijdarê de, yên ku li Yenîmahalle û Dicleyê dijîn jî wê di 19ê mijdarê de bikaribin bên bajêr.
Walîtiyê hişyarî da welatiyan ku bila ew li hember qablo, paket û tiştên wek van ên bişik baldar bin, lewra dibe ku terorîstan van tiştan di avahî, kargeh û kolanan de wek dafikên teqemenî bicih kiribin.