Türkan Tosun
05 Sibat 2019•Rojanekirin: 06 Sibat 2019
MALATYA
Li Meletiyê Mizgefta Uzun Hasan ya ku di sala 1566an da hatiye çêkirin wek roja xwe ya ewil li ser piyan disekine û balê dikşîne.
Mizgefta ku li Fethiyeya taxa navçeya Yazihanê ye ji hêla Mustafa Paşayê kurê Begêbegan Abdulselam va hatiye çêkirin û li herêmê wek mizgefta "Uzun Hasan" tê binavkirin.
Di kîtabeya mizgeftê da tê gotin bi alîkariya Mustafa Paşayê kurê Begêbegan Abdulselam va di sala hîcrî 974an da ev mizgeft hatiye çêkirin.
Mizgeft bi avasazî, mînber, qubbe û beşên xwe yên cuda va balê dikşîne.
- "Mizgefta qasî 500 salan e halê xwe yê resen parastiye û gihîştiye îro"
Midûrê Herêma Meletiyê ya Weqfan Kenan Dogan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew hewl didin hemû berhemên dîrokî yên ji kal û bavan mane biparêzin.
Dogan got li navçeya Battalgaziyê Mizgefta Toptaşê, li navçeya Yeşîlyurtê Mizgefta Kebîr, li navçeya Arapgîrê Mizgefta Gumrukçu Osman Paşa û Mizgefta Cafer Paşa hatine nûkirin û wek berê saxlem li ser piyan in.
Dogan bal kişande avahîsaziya Mizgefta Uzun Hasan û got ew li gor yên din cuda ye, lewra wek tîpa "T"yê bi kevirên birî va hatiye çêkirin.
Dogan anî ziman cureya vê mizgeftê wek zawiyeyê ye û wiha dewam kir: "Di rabirduyê da zêdetir derwêş û ehlê terîqatan ev mizgeft wek îbadetxane bi kar dianîn. Mizgefta qasî 500 salan e li ser piyan e halê xwe yê resen parastiye û gihîştiye heta roja me."
Der barê nûkirina mizgeftê da Dogan got di salên 1970yî da xebatên sereke hatine kirin lê di sala 2004an da car din xebat hatine kirin.