İbrahim Atmaca
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
SARAYBOSNA
Saraybosnaya paytextê Bosna Hersekê dema ku di bin îdareya Osmaniyan da bû, nêzî pênc esir berê Mizgefta Xazî Xusrev Beg hat çêkirin. Ev mizgeft li welêt yek ji mînakên herî guzîde ên mîmariya Îslamê tê qebûlkirin û bi xweşikahiya xwe va eleqeyeke mezin dibîne.
Mizgeft di sala 1530î da Mîrê Senceqa Bosnayê ya Dewleta Osmaniyan Xazî Xusrev Beg bi mîmar Ecem (Hêsîr) Eliyê Tebrîzî daye çêkirin.
Mizgefta Xazî Xusrev Beg li bajêr wek mizgefta navend e û bû wesîle ku Saraybosna bajarvaniya xwe temam bike, lewra Saraybosna wê demê bajarokeke piçûk bûye.
Mizgeft û kuleya saetê ya dîrokî ku di sedsala 16em da hatiye çêkirin, kêleka hev in. Piştî ku Osmanî ji herêmê qetiyan, mizgeft rastî çendîn êrîşan hatiye, lê bi xebatên restorasyonê va wek berê hatiye çêkirin.
Ji ber xweşikahiya xwe bûye wêneyên ser kartpostal, eşyayiyên diyariyê, heta bûye mijara gelek belgefîlman. Neqşên biaheng ên derve û hindurê mizgeftê û kalîgrafî balê dikşînin. Mizgeft bi neqşên ser pencereyan û qubeya xwe ya nazik va jî balê dişîne.